Peyama Mesrûr Barzanî Bi boneya 75mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê

Peyama Mesrûr Barzanî Bi boneya 75mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê

Peyama Mesrûr Barzanî Bi boneya 75mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê

Bi boneya 75mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê û herwiha jidayik bûna Rêberê me yê nîştimanî, Serok Mesûd Barzanî, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî, tevahiya endam û alîgirên partiya demorkata Kurdistanê, kesûkarên serfiraz yên şehîdan, enfalkiriyan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya Kurdistaniyên nîştimanperwer û têkoşer dikim.

Damezrandina PDK weke tevgerek bi Rêberatiya bavê rihê netewiya me Mistefa Barzaniyê Nemir, geşandin û vejandina omîd, hêviyên neteweyek, werçerxaneke dîrokî û bersifdana xwestekên gelê Kurdistanê bû bo parastina mafên xwe yên reva yên netewî.

Dîroka PDK dîrokeke şikûmend û tîje ji qurbanidan, xebat kirin, cuda nebûn ji xak û gelê Kurdistanê û tevîz nedan li ser pirsên Kurdistanî di bin her zextekê de ye.
PDK ku îro mezintirîn partiya Kurdistan, Îraq û deverê ye, hertim li gel xelkê xwe, diroşmên xwe yên neteweyî û nîştimanî, rastbêj bûye û xwedanê siyaseteke hekîmane yaku çavkaniya danayî û dîrokî ya tîje ji serwerî ya cenabê Serok Barzaniye.

Îro ku 75mîn salvegera damezrandina PDK bibîr tînin, peyam, karname, armancên netewî û nîştimanî yên PDK, ji her demekê bihêztirin û bi coşeke mezin û zêdetir ve, li ser xebat û têkoşîna xwe berdewame.

Serfiraziyeke gelek mezin jî bo bidest xistina destkeftên netewî û nîştimanî, parastina prosesa siyasî û demokrasî ya herêma Kurdistanê para PDKê ye ku bo vê yekê gelek qurbaniyên mezin daye.

Bêgoman karwana xebat û têkoşîna PDK bo pêşengî kirina tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê, bi hevkarî û hemahengiya aliyên din yên Kurdistanî, bo parastina mafên destûrî û pirsên nîştimanî û pere pêdana zêdetir ya çanda bihevre jiyan, tebayî û avakirina Kurdistaneke bihêz berdewame û roj bi roj, PDK zêdetir dibe cîhê baweriya xelkê Kurdistan û tevahiya hewlên xwe jî dide bo xizmet kirina zêdetir ya xelkê berxwedêr ya Kurdistanê.

Di bîranîna 16ê Tebaxê de, birêzdarî ve, xebat û têkoşîna damezrinerê PDK, bavê nîştimanî yê me Mistefa Barzaniyê nemir û şehîdê Serkirde û hertim di bîr de, Îdrîs Barzanî û tevahiya şehîdên Kurdistanê bibîr tînin.

Mesrûr Barzanî

16ê Tebaxa 2021an