Bi bûneya salvegera damezrandinê... PDK-Sê seredana leqên PDKê kir

Bi bûneya salvegera damezrandinê... PDK-Sê seredana leqên PDKê kir

PDK-S: Bi bûneya 75emîn salvegera jidaykbûna Partiya Demukrata Kurdistanê PDKê û jidaykbûna serokê dîrokî yê gelê kurd M es'ûd Barzanî Partiya Demuqrata Kurdistan -Sûriya rêxistina Domîz seredana leqê Yekê , leqê çardehan û leqê 17 yê PDKê li Duhokê kir, û prozbahî pêşkêşî hemî kadir û endaman kir.

şanda rêxistina Domîz ya PDK-Sê bi serokatiya Mihemed Elî Ibrahîm endamê polîtbîroyê û berpirsê rêxsinê hejmarek endamên encûmena herêmî lixwe girt û ji aliyê Yûnis Hacanî, Aştî koçer şêx Mehyedîn Mizûrî berpirsên hersê leqan û kadrên PDKê ve hat pêşwazî kirin.

Di seredan û hevdîtnan de her du aliyan li ser bihêzbûna pêwendiyan di navbera PDKê û PDK-Sê de tekezî kir.