ENKSê bi wezareta derve ya Nerwêc re civiya

ENKSê bi wezareta derve ya Nerwêc re civiya

PDK-S: Xwecehiya Nerwêc ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd hevdîtnek li gel berpirsê nû yê doseya Sûrî û berpirsa doseya îraqî di wezareta derve ya Nerwêcê re encam da.

Di daxuyaniyekî de xwecehiya Nerwêc ya ENKSê got, ku di destpêka civînê de Tor Martîn berpirsê nû yê doseya Sûrî di wezareta derve ya Nerwêcê de kar û erkê xwe di wezartê de ji şanda ENKSê re şîrove kir.

Û ji aliyê xwe ve jî şanda ENKSê doseya binpêkirinên li deverên kurdî û revandina zarokan û leşkerkirina wan herweha revandina Ciwan, siyasemedar û rojnamevanan û kuştina dibin eşkenciyê de ji aliyê PYDê û QSDê ve pêşkêş kir.

Şanda ENKSê daxwaza standina helwêsteke zelal û wêrek ji wlatê Nerwêcê derbarê binpêkirinên, ku di derheqê gelê kurd li Sûryayê tên encam dan kir.

Şandeke xwecehiya Nerwêc ya ENKSê ji Mihmûd Biro serokê xwehiyê, Rengîn Miheme cîgira serokê xwecehiyê û Mehmûd Menla endamê komîta rêvebir ya xwecehiyê pêk dihat.