Şandiyê Netewî ji bo Sûriyê hêviya destpêkirina civînên Komîta Destûrî kir

Şandiyê Netewî ji bo Sûriyê hêviya destpêkirina civînên Komîta Destûrî kir

PDK-S: Gêr Pêdirson hevdîtinek li gel wezîrê derve yê rêjîma Sûriyê encam da û behsa komîta destûrî kirin.

Şandiyê Netewî yê taybet ji bo Sûriyê Gêr Pêdirson di kongireke rojnamevanî de piştî hevdîtina wî bi wezîrê derve yê rêjîma Sûriyê Fêsel Elmqdad re got, ku me danûstandinên baş bi rêjîmê re kir.

Serbarkir ku di hevdîtnê de behsa rewşa aborî û ya mirovî li Sûriyê kirin.

Herweha hêvî kir di karê komîta destûrî de berdewam bin û eger heye civînên komîta destûrî destpê bikin.

Di çleya bûrî de Gêr Pêdirson şandiyê Netewî yê taybet ji bo Sûriyê raghand piştî danûstandinên cnêvê li ser destûra Sûriyê dilgiraniya xwe da diyarkirin û got, ku ta niha aliyên beşdar negihiştine rêkeftinekê.