9 sal li ser şehîdbûna Mehmûd Walî re derbas dibin

9 sal li ser şehîdbûna Mehmûd Walî re derbas dibin

PDK-S: Îro 9 sal li ser terokirin û şehîdkirina Mehmûd Walî, endamê emîndariya giştî ya ENKSê li bajarê Serê Kaniyê re derbas dibin, hîn jî PYDê ku di wê demê ta roja weke îro xwe deshelatdar dide nasîn bêdeng e û lêkolînek derbarê vê terorkirina siyasî de venekiriye.

Şehîd Mehmûd Walî, yek ji damezrênerên tevgera ciwanên şoerşger li Serê Kaniyê bû herweha endamê komîta herêmî ya PDK-Sê bû, ji dema şoerşa Sûriyê dest pê kiriya ji dil beşdarî di şoreş û tevgera aştiyane de kir, lewma hate armanckirin û kuştin.

Di vê derbarê de keça şehîd Walî di lêdwaneke taybet ji ARKê re ragihandibû ku PYDê û çekdarên bi ser ve ew teror kiriye, ku beriya were kuştin rastî gefan dihat. Hemrîn Walî da zanîn jî ku bavê wê û ciwanekî din bi navê Mehmûd Biro dema ji karekî partîzanî ji herêma Kurdistanê vedigeriyan bi hev re ji aliyê dewriyeke hevbeş ji ewlekariya leşkerî ya rêjîma Esed û PYDê ve hatin binçavkirin û ji bo zîndaneke rêjîmê hatin birin. ji ber dest ji kar û xebata xwe berneda careke din ji aliyê PYDê ve hat revandin û bi şêweyekî tund rastî lêdan û îşkenceyê hat, lê qedera wî ew bû ku dawî bi jiyana wî neyê.

Weke keça Mehmûd Walî tekez kiriye ku di 20 Îlûna 2021an de ji aliyê kesekî devnixumandî hate terokirin û şehîd bû.

Li Rojavayê Kurdistanê ji dema ku PYDê deshelatdarî ji rêjîma Esed wergirtiye, ta roja weke îro bi sedan ji tawan di stûyê wê de ne, ji terokirina serkirdeyên ENKSê û alîgirên wê herweha malbatên welatparêz û niştîmanperwer û çalakvan û rojnamevanan dest pê kir, ta roja weke îro ev kiriya berdewam dikin.