Xwepêşandanek li dijî PYDê li Qamişlo derket

Xwepêşandanek li dijî PYDê li Qamişlo derket

PDK-S: Bi dehan xelkên taxa Qenat Elswês li bajarê Qamişlo xwepêşandanek li dijî PYDê lidarxistin .

Li gorî zaniyariyên ARKê ku xwepêşanderan xwepêşandanek nerazîbûnê li pêşiya navenda sayloyan wekû nerazîbûnekê li ser biryara PYDê bi birîna elktirîkê heta demên dirêj derketin .

Her li gorî zaniyariyan ku xwepêşanderan riya sereke li pêşiya navenda sayloyan bêhtirî du demjimêran qepat kirin .

Rewşa elktirîkê li bajarê Qamişlo roj bi roj xirabtir dibe tevî ku bingehên elktirên deverê bigiştî dibin destê çekdarên PYDê de ye lê ew elktirîk ji bo deverên kurdî nayê terxan kirin .