Şanda Opozisyona Sûriyê li gel Wezareta Derve ya Ispaniyayê hevdîtinek encam da

Şanda Opozisyona Sûriyê li gel Wezareta Derve ya Ispaniyayê hevdîtinek encam da

PDK-S: Şanda Opozisyona Sûriyê ya hevbeş di hevdîtinên xwe de li Emerîka li gel berpirsyarên pile bilind yên welatên Zî Elhêz û xwedan rol di doseya Sûrî berdewam e, herî dawî li gel wezareta derve ya welatê Ispaniyayê hevdîtinek encam da.

Roja Înê 01. 10. 2021, şanda Opozisyona Sûriyê ya hevbeş bi amadebûna dektor Ebulhekîm Beşar cîgirê serokê Îtlafa Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê û endamê Polîtbîroya PDK-Sê li Emerîka li gel wezareta derve ya Ispaniyayê hevdîtnek encam da bi Mîxandro Markîz Dula Bilata cîgirê balyoz û Firansîsko Marîn balyozê Ispanyayê re civiya , di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî û piroseya siyasî ya ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatî rawestandin û dema komîta destûrî ya Sûriyê hate gengeşekirin.

Herweha di civînê de behsa rola Yekîtiya Ewropayê di doseya Sûriyê de û pirsa kurdî û nûneratiya ENKSê ji kurdan re di nav Opozisyonê de û karê, ku ji bo Sûryayeke demukrat pirnetew garantiya hemî pêkhateyên xwe bike tê kirin hate gotubêjkirin.

Di hevdîtnê de behsa pêwendiyên PYDê û hevdîtnên wê û rêjîma Sûriyê û bê encama wan hevdîtinan jî hate kirin.