Siûd Elmela serdana nûneratiya ENKSê li Hewlêrê kir

Siûd Elmela serdana nûneratiya ENKSê li Hewlêrê kir

PDK-S: Duh 6ê Cotmeha 2021ê, şandeke ENKSê bi serokatiya Siûd Elmela, serdana baregeha nûneratiya ENKSê li Hewlêrê kir.

Şanda ENKSê ji her yek ji Siûd Elmela, serokê ENKSê û sekreterê PDK-Sê, Dr. Ebdulhekîm Beşar cîgirê serokê hevpeymaniya niştîmanî ya hêzên şoreş û opozisyona Sûriyê, û endamê polîtbîroya PDK-Sê, û Fêsel Yûsiv endamê desteya serokatiya ENKSê û hevrêzkarê giştî yê tevgra çaksaziya kurd li Sûriyê, herweha Şelal Gedo, sekreterê partiya çepa demoqratî kurd li Sûriyê pêk dihat.

Di serdanê de, Siûd Elmela behsa dawîn pêşhate li Rojavayê Kurdistanê , nexasim danûstandinên kurdî û sedemên rawestandinê kir. Ji aliyê xwe ve Dr. Ebdulhekîm Beşar ameje bi gera wan bo Emerîkayê kir.

Her di wê serdanê de, Dr. Kawa Ezîzî endamê nûneratiyê hin xalên pirsgirêkên pebaneran ji şandê re dane diyarkirin û biryar e komîtek ji serokatiya ENKSê hevdîtinekê bi serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re encam bidin da ku van pirsgirêkan çareser bikin.