PDK-Sê: Serkeftina Partî wateya serkeftina gişpirsiya Kurdistanê û tevaya kurdan e

PDK-Sê: Serkeftina Partî wateya serkeftina gişpirsiya Kurdistanê û tevaya kurdan e

PDK-S: Bi helkefta serkeftina Partiya Dêmoqrata Kurdistanê di hilbijartinên perlemana Îraqê de, Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya duh 12ê Cotmeha 2021ê nameyek pîrozbahiyê arastî serok Mesûd Barzanî û PDKê kir.

PDK-Sê di nameya xwe de gotiye: Cihê dilxweşî û kêfxwşiyê ye ku em di Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya de, bi helkefta serkeftina we ya mezin di hilbijartinên Îraqî de, di rêya cenabê we re, pîrozbahiyên germ arastî hemû, endam, alîgir û cemawerê partiya we ya bira bikin, ku pileya yekemîn li ser asta Kurdistanê bi dest xwe ve xist, û ji berê bêtir daniştek (Kursî) anîn, ev yek tekeziyeke ku roj bi roj cemawerê partiya we ya dêrîn di tekoşînê de zêde dibe, û erk e li ser milê xwe dibîne ku hilgirê ala netewî ya kurdî ye, û bawerpêkiriyê li ser rola dîrokî ya kevin e, û baştirîn nûner û dirêjpêderê prensîpên serokê damezrînerê bavê nemir Mela Mustefa Barzanî ye.

Di nameyê de hatiye: Serokê rêzdar... Birayên birêz: Partiya Kurdistanî bi vîneke mezin di hilbijartinan de beşdar kir, hemû kadirên partî di proseya hilbijartinan de amede bûn, û çavên wan li serkeftina bi hejmarek mezin ji kursiyan bû, ji ber ku serkeftina nûnerên Partî li Bexdayê wate serkeftina tevaya kurdan e û serkeftin û bihêzbûna helwêsta kurdî di derbarê çendîn dozên çarenivîsî ne ku ta niha navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatine çareserkirin weke gelek dozên girîng girêdayî bi hebûna kurdan û pêşeroja herêma Kurdistanê ne, herweha hin mijar û babetên di warê bijêwa şêniyên herêma Kurdistanê de ne.

PDK-Sê ragihandiye: Em di wê baweriyê de ne ku bihêzbûna Partî di perlemana Îraqî de, wate rûmeta Kurdistaniyan dê parastî be, û rêzgirtin ji kesayetiya kurdî re dê ji karên pêşîn yên Partî be, ev serkeftin dê bihêle ku bibe aliyeke girîng di damezrandina hikûmeta Îraqî ya bê de, em di wê baweriyê de ne ku encama serkeftinê ji dêrîniya dîroka partiya we, ji damezrandinê ta bi 7 sedsaliya xebat û tekoşînê hatiye. Serokê rêzdar... Birayên hêja: Encamên ku em hemû kêfxweş kirine, bihêzbûna vîna serkirdayetiya Partî, endam û cemewarê dilsoz ji buhayên kurdayetiyê re diyar kirin, ev vîn jî nûneratiya vegera bihêz ya Partî û alîgirên wê bo Kerkûk û Şengalê, û vegerandina baweriyê bi nêzîkbûna rêzgariyê û vegera bo hembêza Kurdistanê ji nû ve dike, û şûnên xiyaneta 16 Cotmehê ji nav bibe, serkeftina Partî wate serkeftina giştpirsiya Kurdistanê ye, ku berê û niha jî gaveke ber bi serxwebûna Kurdistanê ve ye.

PDK-Sê di nameya xwe de gotiye: Serkeftina Partiya Dîmoqratî Kurdistan, weke serok Mesûd Barzanî di nameya xwe ya pîrozkirinê de gotiye wate: Serkeftina prensîp û buhayên bingeha tekoşîna gelê Kurdistanê ye, herweha serkeftina wê nameyeke bo hemû aliyan e ku gelê Kurdistanê tu carî û çi demî dest ji dîrok û presîpên xwe bernade.

Di dawiya nameya xwe de, PDK-Sê careke din pîrozbahî bi serkeftina mezin kir û hêviya serkeftinê bo doza kurd û Kurdistanê xwest.