ENKSê: PYDê gefa kuştinê dide malbatên Pêşmergeyên Roj

ENKSê: PYDê gefa kuştinê dide malbatên Pêşmergeyên Roj

PDK-S: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê, derbarê kiryar û binpêkirinên PYDê û çekdarên bi ser ve daxuyaniyek belav kir, tê de ragihand ku ewlekariya ser bi PYDê ve, kesûkarên hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj vexwestin dikin û gefa kuştinê li wan dikin û ji wan dixwazin ku kurên wan ji nava refên Pêşmergeyan derkevin û berê xwe bidin Ewropayê.

ENKSê di daxuyaniya xwe de aniye ziman ku ciwanên şoreşger ji malbatên pêşmergeyan re dibêjin: Eger weha nekin û ji dest ji Pêşmergayetiyê bernedin, ji îro û pê ve weke çawa teamul û danûstadinê bi DAIŞê re dikin bi wan re jî dê heman danûstandinê bikin, û rêxistina ciwanên şoerşger ji kesûkarên Pêşmergeyan re gotine, dê bi kiryarên tolhildanê rabin û mal û mulkên wan bişewtînin, ku ev gef piştî daxuyaniyên rojnamegerî ya serokê şanda PYNKê tê, ku beriya niha hêzên Pêşmergeyên leşkerê Roj bi nandoz bi nav kiribû.

ENKSê nîşan bi wê yekê jî da ku, êrîşa tirsandinê ya rêxistina ciwanên şoreşger bi dar, çov û keviran li ser kombûna nerazîbûna aştiyane, ya ENKSê di 24ê Îlûna 2021ê li dar xistibû li pêş çavên asayîşê hat encamdan, tê de xwepêşander û rojnamevan hatin armanckirin, serbarî berdewamiya helmetên binçavkiririna çalakvanan û eşkencedana wan bi şêweyekî hovane û fegdana malbatên wan, eger li ser alavên ragihandinê kiryarên di serê wan hatiye meşandin riswa û diyar bikin, serbarî hilmetên şêwexistina navên rewşenbîran û belavkirina nûçeyên dûr ji rastiyê li ser wan, mîna Şivan Îbarahîm û Îvan Hesîb, ku ji aliyê kesayetî û rûpelên di odeyên PYDê de têne birêvebirin têne belavkirin, ew jî di çarçoveya siyaseta tirsandina rewşenbîr, rojnamevan û çalakvnan û her kesek ne hevnerîn be, tê, serbarî gurbûna gotara xiyantkirinê û tundûtûjiyê ya ku alavên ragihandinê li dijî ENKSê û hêmayên kurdan bi rê ve dibin, ew yek dibe gefeke mezin ji têkçûna pêkvejiyan di herêmên kurdî de.

ENKSê tekez kir ku ev kiriyarên tirsandinê di demekê de tê ku gelê me di herêmên di bin destê PYDê de, di rewşeke abûrî dijwar de dijîn, ji ber gendelî û sepandina bacan ku digihîne dehê hezara dolarên Emerkî ji bilî giranbûna nirxan û berbelavbûna petaya koronayê, ku dihêle kesên li ser xaka xwe mane berê xwe bidin derveyê welêt û berev çarenivîseke nediyar ve biçin. Lewma ENKSê, PYDê û ewlekariya wê ya tunekirin û qirkirinê, di ber her ziyaneke bigihîne malbat û kesûkarên Pêşmergeyan, rewşenbîr, rojnamevan û çalakvanan, berpirs dibîne, û bang danîna sînorekê ji van kiryarên tirsandinê re dike, herweha bang li fermandariya QSDê û serpirştiyarê Emerîkî dike ku belgenameya gerantiyê ya ku hatiye îmzekirin da ku bingehek xweş ji bo vegerandina danûstandinên bi mebesta gihştin bi hevpariyeke hevbeş têkeve xizmeta gel û pêşeroja wê de, cî bi cî bikin.

Emîndariya giştî ya ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de piştrast kir ku tu carî ENKSê ji riswakirin û eşkerekirina binpêkirin û stemkariya li ser gelê kurd de tê, ranawest û di berevanîkirina di ber rewatiya doza kurdî li Sûriyê dê berdewam be.