Gera 6an ji civînên Komîta Destûrî ya Sûriyê li Cenêvê destpê kir

Gera 6an ji civînên Komîta Destûrî ya Sûriyê li Cenêvê destpê kir

PDK-S: Li Cenêvê gera 6em ji civînên komîta destûrî destpê kir.

Roja Duşemê 18. 10. 2021an, gera 6em ji civînên komîta destûra Sûriyê li Cenêvê destpê dike û dê berdewam be ta 22 vê mehê , Ku dê endamên desteya piçûkrî ku 15 endam ji Opozisyon , 15 endam ji rêjîma Sûriyê û 15 endam ji civaka sivîl li xwe digre û li baregeha Netewên Yekgirtî bicivin.

Desteya danûstandinên Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî belav kir, ku roja Duşemê li Cenêvê civînên amadekirinên yên komîta destûrî ya Sûriyê yên gera 6an ji civînên desteya piçûkrî ya komîta destûrî li baregeha Netewên Yekgirtî destpê kirin.

Di civînê de Gêr Pêdirson şandiyê Navnetewî ji bo Sûriyê got, ku wan li ser destpêkirina piroseya dareştina reşnivîseke çaksaziyê ji destûra Sûriyê re di vê heftiyê de rêkeftin.