Şandeke PDK-Sê seredana Xwecehiya Şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan kir

Şandeke PDK-Sê seredana Xwecehiya Şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan kir

PDK-S: Şandeke Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê roja Yekşemê 17. 10. 2021, seredana encûmena xwecehî ya şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan li baregeha wê ya li navçeya Çil Axa û Aliyan ya ser bi Dêrkê ve kir, û rewş û dawîn pêşhateyên siyasî û meydanî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêj kir.

Şanda Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê bi serkirdayetiya Perîxan Dawûd endama komîta navendî ya PDK-Sê û hejmarek ji endamên encûmena herêmî pêk dihat .

Di wê hevdîtnê de serkirdeya Partî Perîxan Dawûd behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û bi taybet Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û seredana şanda Opozisyona Sûriyê ya hevbeş bo Emerîka kir.

Herweha kiryar û binpêkirinên PYDê dermafê endam û kadir û çalakvanên ENKSê şermezar kir, û behsa giringiya berdewamiya danûstandinên kurdî kir.


Ji aliyê xwe ve Ismaîl Fetah serokê encûmena xwecehî ya şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan ya ser bi ENKSê ve behsa zehmetiyên jiyana rojane ku welatî têre derbas dibin kir, û keyfxweşiya xwe ji seredanê daxuyanî .