Nivîsgeha Serkirdeyatiya PDK-Sê nameyek pîrozbahiyê bi boneya Newrozê belav kir

Nivîsgeha Serkirdeyatiya PDK-Sê nameyek pîrozbahiyê bi boneya Newrozê belav kir

PDK-S: Nivîsgeha Serkirdeyatiya Partiya Demoqrata Kurdistan –Sûriya roja Sêşemê 19.3.2019, nameyek pîrozbahiyê bi boneya Newrozê belav kir tê de Encûmenên Herêmî, Şaxî, û Xwecihî ya Partî pîroz kir û rojên xweş ji wan re xwest.

Di heman nameyê de destxweşî li karê wan encûmenan kir, û got ku sala bûrî, salek bi pêşketin, di ware rêxistinî, û hezkirin, di navbera hevalan de derbas bû, herwiha guhdanek baş, û çalak bi ware siyasî hat dan, ew jî cihê şanaziyê ye.

Nameya PDK-Sê ameje pê kir ku Newroz sunbola xebat, xweragirî û azadiyê ye, û bila ew roj bibe rojek, ji bo yekrêzî, hevkarî û bidestvexistina serkeftinan, di navbera hevalan de .

Di dawiya nameya xwe de, Nivîsgeha Serkirdeyatiya Partiya Demoqrata Kurdistan –Sûriya hêvî kir, ku di sala bê de, Newroz li Rojavayê Kurdistanê were pîrozkirin, piştî ku Sûriya ji terorê rizgar bibe, tê de mafên xwe, yên niştîmanî di nav Sûriya Fadral de bijîn .