Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel Bret McGurk civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel Bret McGurk civiya

PDK-S: Roja Şemiyê 20.11.2021 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Menamê paytexta Behreynê , bi Rêkxerê Karûbarên Rojhilata Navîn li Koşka Sipî Brett McGurk civiya.

Di civînê de, guhartin û pêşhatên herêmê, rewşa giştî ya Iraqê ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hatin guftûgokirin.

Her di civînê de jî, tekezî li ser baştirkirina hevkarî û alîkarîyan ji bo ewlehî û aramiya rewşa Iraqê û deverê hate kirin.