Serok Barzanî derbarê bûyera Mûsilê peyamek belav kir

Serok Barzanî derbarê bûyera Mûsilê peyamek belav kir

PDK-S: Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbatên qurbaniyên bajarê Mûsilê kir.

Di peyama Serok Barzanî de wiha hat gotin: Bi xemgîniyeke mezin li roja pênşemê li bajarê Mûsilê keşteyek noqî ava Diclayê bû tê de hejmarek welatî bûne qurbanî.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: Ji ber vê boneya xemgîn serxweşiyê û hevxemiya xwe arasteyî malbatên qurbaniyan û hêviya sebir û aramiyê ji malbatên qurbaniyan kir, herwiha hêviya silametiyê ji birîndaran re dixwazin û hêviya dîtina wan kesên windabûyî dikim.