HEVDÎTINEK DI NAVBERA DESTAYA SEROKATIYA ENKSÊ LIGEL NÛNERÊN PARTIYÊN KURDISTANÎ LI EWROPAYÊ.
PDK-S: Nûneratiya Ewropî ya ENKSê, di roja Şemiyê 11.12.2021ê de, bi rêya înternêtê bi rêya Onlayin rûpelek civakî, civîneke siyasî ya virtual organîze kir û tê de nûnerê serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li gel nûnerên çend partiyên kurdistanî li Ewropayê civiyan.
Ku ji aliyê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî mamoste Fêsel Yûsif û hejmarek ji endamên nûneratiya Ewropî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di vê civînê de beşdar bûn.
Û aliyên partiyên kurdistanî yên ku di vê civînê de beşdar bûn ev in.
- Partiya Demokrat a Kurdistanê -Iraq
- Partiya Demokrat a Kurdistanê -Îran
- Partiya Azadî ya Kurdistanê - Rohlat - Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê - PSK - Partiya Azadî ya Kurdistanê- PAK
⁃ Partiya Maf û Azad
Hevdîtin bi xêrhatina nûnerê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û nûnerên partiyên kurdî yên beşdar di vê civînê de dest pê kir.
Piştre birêz Ebdulkerîm Hacî, serokê nûneratiya Ewropî ya Encûmena Niştimanî ya kurdî li Ewropa, bixêrhatina mêvanên beşdar kir û li ser giringiya vê civînê axivî û derfet da mamoste Fêsel Yûsif ku li ser gelek mijarên nû li ser qada Sûriyê û ya Kurdî binirxîne.
Li gorî van mijarên jêrîn:
-Krîza Sûriyê û berdewamiya wê tevî hemû destwerdanên navdewletî û rewşên karesatî ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe tê re derbas dibe.
-Qonaxên berdewamiya diyalogê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî de û têkçûna wan.
-Têkiliya Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi opozîsyona Sûriyê bi giştî û bi taybetî bi hevpeymaniyê re.
-Berdewamiya binpêkirin û guhertina demografîk li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî.
⁃ Berdewamiya binpêkirinên li navçeyên kurdî û revandina zarokên temen biçûk û leşkerkirina wan ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve.
.⁃ Pêşxistina têkiliyên di navbera partiyên Kurdistanî de.
Piştre deriyê diyalogê , gotûbêj û destwerdanên nûnerên partiyên kurdî li ser giringtirîn pirs û pêşhatên siyasî li meydana Sûriyê û kurdî hate vekirin.
Herwiha gelek pirs û destwerdanên têkildarî yên sereke bi vê civîna siyasî ya girîng, ku yekem car li Ewropayê ye, tê kirin.
Nûnertiya Ewropî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî berdewame li ser van civînên kêrhatî yên ku dibin alîkar ji bo afirandina atmosfereke girîng ji bo diyalogê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û civaka Kurd li Ewropayê û aliyên Kurdî yên amade li meydanê ji bo xizmeta doza gelê me. li seranserê Kurdistanê.
Ev rûniştina diyalogê bi rêveberiya xanim Yisra Zibêr hat kirin û ev hevdîtin zêdetirî du demjimêran berdewam kir.
Nivîsgeha ragihandinê ya Nûnertiya Ewropî ya Encûmena Niştimanî ya kurdî .
12 / 12/2021z