Berpirsiyarên Emerîkî nameyek bi hêz derbarê Sûriyê bo Baydin şand
PDK-S: Medyaya Emerîkî eşkere kir, ku nameyek bihêz ji aliyê berpirsiyarên Emerîkî bo serokê Emerîka hatiye şandin û têde daxwaza zelalkirina siyaseta Emerîka di Sûriyê de kiriye .
Li gorî mediyaya Emerîkî eşkerekiriye, ku serok û endamên pile bilind yên herdû komîteyên peywendiyên derve di herdû encûmenên pîran , nûnerên Emerîkî de nameyek bihêz şandne bo co Baydin serokê Emerîka û têde daxwaza vegeranda serkirdayetiya Emerîka di Sûriyê de kirine.
Li gorî heman jêderan dane xuyakirin, ku berpirsyarên Emerîkî di heman nameya xwe dûbare vegerandin, û tevlîkirina rêjîma Esed di civaka Navdewletî de red kirin, û dan zanîn ku dûbare başkirina peywendiyan bi rêjîma Esed re ji aliyê jimareyek welatên Erebî cihê fikar û metirsiyê ye û wê bandora xwe ya nerînî hebe, û got jî ku her welatek hewla guhartina reftarên rêjîma Esed bide , di demê ku ji hemû welatan re diyare vegerandina peywendiyan bi rêjîma Esed re ta ku vegere nava komkara Erebî nayê qebûlkirin , û bixwe danpêdaneke bi rewabûna rêjîma Esed de.