Li Qamişlo malek ji ber baranê herfî ȗ jineke kurd di encamê de jiyana xwe jidest da
PDK-S: Li Qamşilo di encama baran barîneke bihêz, ku di çend rojên bihurî de li ser piraniya herêmên Kurdî li Kurdistana Sûriyê û Herêma Kurdistanê jî hat encamdan, jineke Kurd mala wê bi ser de herfî û jiyana xwe jidest da.
Hin jêderên xwecehî ji bajarê Qamşlo yê Rojavayê Kurdistanê ,Îro Sêşemê blav kirin , ku jina Kurd ya binavê Behiya Selîm Xidir, di encama baran barîna bihêz ya her du rojên bihûrî de mala wê bi ser de herfî û di encamê de jiyana xwe ji dest da, û Îro sibehê li goristana taxa Hilêlyê li Rojavayê Qamişlo bi xak hat sipartin.
Li gor heman jêderan, Behiya Selîm Xidr, 35 salî bû , hîn keç bû, û di Xaça Sor de kar dikir.