Komkara Erebî 2 mercan ji bo vegera Rêjîmê datîne

Komkara Erebî 2 mercan ji bo vegera Rêjîmê datîne


PDK-S: Emîndarê giştî yê alîkar ji bo komkara Erebî Husam Zekî got, ku vegera Sûriyê ji bo komkara Erebî girêdayî ye bi hebûna lihevkirinekê ji aliyê welatên Erebî yên endam ve, herweha erêkirina wan li ser helwêsta rêjîma Esed derbarî lihevkirina siyasî û pêwendî bi Îranê re .

Her derbarî vegera çalakiya Sûriyê ji bo komkara Erebî Zekî got ku lihevkirinek heye ji bo rêdan bi vegera Sûriyê ji bo kursiya wê lê ew yek nabe eger ew lihevkirin neyê pêkanîn .

Derbarî lotkeya ku biryare li Tunsê 30 vê heyvê bê li darxistin navbûrî got ku kirîza li Sûriyê di xişteya karê wan deye û biryara vegerê di nav komkarê de wê were gengeşekirin .