ENKSê daxuyaniyek bi boneya 34 mîn salroja kîmiyabarana Helebçe belavkir
PDK-S: Bi boneya 34emîn salroja kîmyabarana Helebçe de, ku ji aliyê rêjîma jinavçûya Îraqê ve hate kîmyabarankirin, Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek belavkir.
ENKSê di daxuyaniya xwede got, hîna ev tawana hovana birîneke kûre di dîroka gelê kurde, û wêneya stema ku li gelê kurd hatiye kirin dide xuyakirin .
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di daxuyaniya xwede tawana Helebçe û tevaya tawanên kîmawî dermafê gelên Cîhanê de îdane kir, û daxwaz kir, ku ev tawan bibe handerek ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê li ser tevaya astan, û herweha bibe hander ji bo parastina destkevtên ku bi xwîna şehîdane hatine bi destxistin.
Di dawiya daxuyaniya xwede ENKSê daxwaz ji civaka Navdewletî kir, ku 16 Adarê bibe roja Cîhanî ya rûbrûbûna çekên kîmawî.