ENKSê pîrozbahiya Cejna Aşûriyan kir

ENKSê pîrozbahiya Cejna Aşûriyan kir


PDK-S: Encûmena Niştmaniya Kurd li Sûriyê ENKSê, pîrozbahiya gelê Aşûrî bi çejna wan ya netewî ya sersala Aşûrî kir .

Di daxuyaniyekê de roja 31. 03. 2-019, emîndariya giştî ya Encûmena Niştmaniya Kurd li Sûriyê pîrozbahiya gelê Aşûrî bi çejna wan ya netewî ya sersala Aşûrî kir, Ku dikeve roja Duşemê de û bi çejna Ekîto tê naskirin .

Di daxuyaniya ENKSê de hatiye : di yekê Nîsanê de her sal gelê Aşûrî dostê gelê kurd çejna Ekîto ango çejna netewî ya sersala Aşûrî vedjîne ku ew cejin nîşana nûbûn û danê ye, û bi vejandina vê cejinê ahnigê girêdana xwe bi kiltorê xwe yê netewî yê resen û berdewamiya xebata xwe ta bidestxistina armanc û hêviyên zarên gelên Siryanî Aşûrî di azadiyê de tekez dike .


Her weha di daxuyaniya xwe de emîndariya giştî ya ENKSê bi vê helkefta pîroz pîrozbahiyê li hemî zarên gelê Aşûrî li her derî dike , û tekeziyê li ser kûrbûn û bihêzbûna pêwendiya gelê Aşûrî û kurdî li ser dirêjahiya dîrokê dike , her du gelên ku bihev re raserî zilm û zordariyê di dehê salên bihûrî de ji newekhevî û setemkariya netewî li ser destê rêjîmên şofînî hatine û rastî terorê hatine , lê tevlî wan siyaset û kiryarên şofînî derheqê gelê kurd û Aşûrî de her du gelan xebata xwe ji bo avakirina Sûriyayeke demokrat pir netew yekgirtî di welatekî pir netew û dewlemend bi gelên têde dijîn bi hemarengî û rewşenbîriya wan gelan berdewam kir, da ku Sûriya tu cihê teror û dektatoriyet û newkheviyê di navbera pêkhateyan de nebe û Sûriya bibe cihê azadî demokratî û Aştiyê

Di dawiyê de emîndariya giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de gotiye her sal gelê Siryanî Aşûrî û gelê Sûriyê bi giştî di xêr û xweşiyê de be.