Emerîka: Pêwîst e piştevaniya Pêdirson were kirin

Emerîka: Pêwîst e piştevaniya Pêdirson were kirin

PDK-S: Balyoza Emerîka di Netewên Yekgirtî, got ku pêwîste piştevaniya Gêr Pêderson şandiyê Navdewletî bo Sûriyê were kirin.

Balyozxaneya Emerîka li Şamê li ser rûpela xwe ya taybet li tora civakî ya Fêsbûk belavkir, û got ku Lînda Tomas balyoza Emerîka li Netewên Yekgirtî civînek derbarê berdewambûna hewlan ji bo çareserkirina kirîza siyasî ya Sûriyê li darxist.

Li gorî ku balyozxaneya Emerîka li Şamê ragehandiye, ku di civînê de tekezî li ser piştevanîkirina karê Gêr Pêderson şandiyê Navdewletî bo Sûriyê were kirin, û herweha tekezî li ser berdewambûna hewlên gerentîkirina sizadana berpirsiyarên binpêkirinên derheqê gelê Sûriyê de hatine encamdan kir.