Şandek ji Nûneratiya H. Kurdistanê ya ENKSê li gel Dr. Hêmen Mîranî civiya

Şandek ji Nûneratiya H. Kurdistanê ya ENKSê li gel Dr. Hêmen Mîranî civiya

PDK-S: Şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê seredana nivîsgeha wezîrê navxwe ya Herêma Kurdistanê kir, û jimarek mijar û babet gotubêj kirin .

Roja Ykşemê 15 Gulana 2022an, bi mebesta pîrozbahîkirinê li diktor Hêmin Mîranî li ser posta wî ya nû weke birêveberê ofîsa wezîrê navxwe ya Herêma Kurdistanê , şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê seredana wî kir .

Di hevdîtnê de herdû aliyan behsa rewşa siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê û dawîn pêşhate bi taybetî kirin .

Herweha rewşa Hecacên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û standina tedabîrên taybet bi çûna wan bo Hecê ji Herêma Kuristanê , û rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin û kêşe û pirsgirêkên ku arasteyî wan tên bi taybetî derbarê nasnameyên neştecîbûnê hate kirin .