Kazaxistan: Gera nû ya danûstandinên Asîtane di dawiya vê mehê de wê were lidarxistin

Kazaxistan: Gera nû ya danûstandinên Asîtane  di dawiya vê mehê de wê were  lidarxistin

PDK-S: Cîgirê Wezîrê Derve yê Kazaxistanê Mokhtar Teleberdi, roja Pêncşemê 04. 04. 2019, ragehand ku biryare gera nû ya danûstandinên Asîtane derbarê Sûriyê di 25- 26 vê mehê were lidarxistin li Nûr Sultan paytexta Kazaxistanê.

Eger heye şandiyê Navdewletî yê nû ji bo Sûriyê Gêr Bêdirson beşdariyê di vê gera nû ya Asîtana de bike .

Gelek gerên danûstandinan derbarê Sûriyê li Kazaxistanê hatine lidarxistin bi amedebûna hersê dewletên garantor Rûsiya, Tirkiya û Îran, lê tevî hemî rêkeftinên ku hatine Îmze kirin di navbera dewletên garantor de hîn rêjîma Sûriyê di binpêkirina wan rêkeftinan de berdewame û rojane gundewarên Helebê û Îdlibê bombebaran dike.