Şandeke Pila Bilinda ENKSê li gel Wezareta Derve ya Ferensa civiya

Şandeke Pila Bilinda ENKSê li gel Wezareta Derve ya Ferensa civiya

PDK-S: Şandeke ofîsa peywendiyên derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê li gel wezareta derve ya Ferensa civiya.

Şandeke ENKSê ji Kamîran Haco serokê ofîsa peywendiyên derve ya ENKSê û nûnerê ENKSê di komîteya destûrî de , û ji Ibrahîm Biro endamê ofîsa peywendiyên derve ya ENKSê û endamê desteya danûstandkara Sûriyê pêkdhat.

Civîna nûnerên ENKSê li gel wezareta derve ya Ferensa berya, ku şanda ENKSê serdana Cenêv bike ji bo beşdariyê di gera heştan ya komîteya destûrî de hate li darxistin.