Urdin daxwaza serbest berdana girtiyên xwe li cem Rêjîma Esed dike

Urdin daxwaza serbest berdana girtiyên xwe li cem Rêjîma Esed dike

PDK-S: Şahînşîna Urdinê daxwaz ji rêjîma Esed kir, ku welatiyên Urdin yên ku di zîndanên wê de serbest berde .

Wezareta derve ya Urdin kar bi rêveberê balyozxaneya Sûriyê li Emana paytexta Urdin bangihêşt kir, û di riya wî de daxwaz ji rêjîma Esed kir, ku pabendiyê bi yasayên Navdewletî bike , û welatiyên Urdinê yên di zîndanên rêjîma Esede ne serbest berde .

Herweha wezareta derve ya Urdin got , pêwîste rêjîma Esed di dema nihade cihê girtiyên Urdin û rewşa wan di zîndanan de bide diyar kirin .