Beşar Esed wê serdana Iraqê û Iran wê bike

Beşar Esed wê serdana Iraqê û Iran wê bike

PDK-S: Biryare Beşar Esed serokê rêjîma Sûriyê di dema bêde serdana Bexdadê bike , û çar welatên herêmî amadekariyê ji bo serdanê dikin .

Medyayên Îraqê eşkere kirin, ku biryare di vê mehê de û yan jî di meha Eyara bêde Beşar Esed serokê rêjîma Sûriyê serdana Bexdadê bike , û berpirsyarên bilind ên her çar welatên Îraq , Sûriya , Lubnan , û Îran amadekariyan ji bo serdanê dikin .

Li gorî ku medyayên Îraqê dane zanîn Qasim Sileymanî fermandarê feyleqa Qudsa Îranî wê pasewaniya serokê rêjîma Sûriyê bike dema ku serdana Bexdadê bike .