Du sal li ser komkujiya Xan Şêxon re derbas bûn

Du sal li ser komkujiya Xan Şêxon re derbas bûn

PDK-S: Du sal li ser komkujiya êrîşa kîmawî li bajarokê Xan Şêxon yê Idilbê re derbas bûn ku piraniya qurbaniyê wê komkujiyê zarok bûn .

Berya du salan rêjîma Esed bi çekên kîmawî êrîşî bajarokê Xan Şêxon kir, û di encamê de 100 welatî jiyana xwe ji dest dan û 500 rastî xenqandinê hatin , û piraniya wan ji zarokan bûn.

Bi wê boneyê xelkê parêzgeha Idilbê mangirtinek nerazîbûnê lidarxist têde ji Netewên Yekgirtî xwestin, ku tawanbar û kujer werin dadgehkirin.