Dezgeha Malbatên Şehîdan seredana Pêşmergeyan kir

Dezgeha Malbatên Şehîdan seredana Pêşmergeyan kir

PDK-S: Li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, Dezgeha Malbatên Şehîdên Pêşmergeyên Roj, seredana Pêşmergeyên, ku di şer de, birîndar bûne, kir.

Şanda Dezgeha Malbatên Şehîdan ji berpirsê dezgehê Kerîm Mîranî Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê, Hemze Hacî Hacî Berpirsê Îdarî, û hin endamên Partî pêk dihat .

Seredana şandê her yek ji Pêşmerge Husên Hacî, Mihdîn Nûrî, Şivan Şêxî, Kawa Hesen Umer ,û Xuşman Mihemed, li xwe girt.

Di seredanê de pesna Pêşmergeyan hate kirin, ji aliyê xwe ve, Pêşmergeyên birîndaran spasiya şandê li ser wê seredanê kir .