Serok Barzanî pêşwazî li rufatên jenosaydkiriyên Barzaniyan kir

Serok Barzanî pêşwazî li rufatên jenosaydkiriyên Barzaniyan kir

Serok Barzanî pêşwazî li rufatên jenosaydkiriyên Barzaniyan kir
Êvariya roja Şemiyê 30 Tîrmeha 2022yan bi helkefta sîh û nehemîn salvegera jenosaydkirina Barzaniyan û vegerana rufata 100 Barzaniyên jenosaydkirî, Serok Mesûd Barzanî beşdariya li rêwresma anîn û pêşwaziya li rufatên 100 şehîdên jenosaydkiriyên Barzanî kir.

Li vê rêwresmê da ku bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û her du Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Rêwas Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê û Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Nûnerê Hikûmeta Iraqê û Wezîr û Parlementerên Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Nûner û Konsolê welatên biyanî û Serok û Sekreter û Nûnerên partî û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal û hejmareke zêdeyê ji kesayetiyên navxweyî û biyaniyan û kesukarên enfal û jenosaydkiriyan li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê birêveçû, Serok Barzanî tacegula soz û wefayê li ser rufata 100 jenosaydkiriyên Barzanî danî, Serok Mesûd Barzanî gotarek pêşkêşî amadebuyên vê rêwresmê kir ku eva li jêr jî naveroka gotara Serok Barzanî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan

Bi xêrhatineke germ li we hemû aliyek dikim û spasiya we dikim ji bo amadebûna we.

Her wekî diyare li rojeke wekî îro, berî 39 salan rejîma Be'es bi êrîşeke seranserî de heşt hezar Barzaniyan rapêçan ji bo çol û biyabanên Başurê Iraqê, xelkeke bêtawan tenê tometa wan ewe bû ku Barzanî bûn.
Eve xelekek bû ji zincîrek tawanê mezinê li ser gelê Kurdistanê hatîn, wekî bêseruşûnkirina 12 hezar Kurdên Feylî û Kîmyabarana Helebçe û çendîn cîhên dinê Kurdistanê ku bi çend xulekek pênc hezar kes ku zêdetirê wan jin û zarokbûn bi gaza jehrawî şehîdbûn.

Paşê Enfala seranserî ku li Xaneqîn heta Zaxoyê hemû Kurdistanê li xwe girt, ku bi giştî 182 hezar kesên bêtawan li çol û biyabanên Başurê Iraqê hatin zîndîbiçal kirin.

Heta niha me karîne hejmarek ji rufatên şehîdan veguhezîn Kurdistanê, lê belê hê jî gelek maye, heta rufatên yek şehîd jî mabê em li hewlên xwe de berdewam dibîn, ez li vir da bi pêwîst dizanim spasî birêz Serokê Encumena Wezîran, Mistefa Kazimî û Parêzgerê Musenna, birêz Ehmed Menfî û Birêveberê Nahiya Busiye û xelkê navçeyê ku gelek hevkarbûn û gelek yarmetmetiya me dan.

Spasî her du Peymangehên Pizîşkî Dadwerî li Bexda û Hewlêr û spas ji bo Birêveberê Gorên bi Kom ya li Dezgeha Şehîd li Bexda, spas ji bo rêxistina ACPM ku hemûyan gelek zehmetiyê kêşan heta ku ew prose gihîşte encamê.

Spas ji bo her du Wezareta Karubarê Şehîdan û Enfalkiriyan û Wezareta Tendirustiyê ku bi erkê xwe rabûn, spasî bêpayan ji bo birayên birêz Dr Abdûllah û Eliyaweyî û Dr Yasîn Kerîm Emîn, Merîwan Sedîq ji bo ked û zehmeta wan.

Spas ji bo wan hemû birayên ku bi erkê rêxistina vê merasîmê rabûne.

Birêzan

Rejîma Be'es bi dileke reqtir li berd û bi xwîneke sar, wî hemû xelkê bêtawan şehîd kir, ew dirindayetiya xwe ji bo hemû cîhanê derxist.

Li beramber wê da gelê Kurdistanê di dema raperîna sala 1991 mirovdostiya xwe û rewşt bilindiya xwe nîşanda, ew hêzên ku tawana enfalê encamdabûn hemû ketin ber destê xelkê Kurdistanê, lê belê tola xelkê Kurdistanê bi awayeke cûda bû, izin dane wî xelkî û rewşt bilindiya xwe nîşanda.

Li bêkesê Kurd neba ewê ku li Kurdistanê rûda hîç kêmtir nebû ewê li Efrîqaya Başur rûda, lê belê ne Kurd karî wê helwesta xwe ya bilind bi dinyayê binasênê, ne jî cîhanê girîngiyê pêda.

Ev tawan gelek mezinin û birîn gelek kûrin nayên ji bîr kirin, lê belê pêwîste berdewambîn li ser wê rewşta xwe ya bilind, pêwîste bi hîç awayekê rê nedîn tawana rejîmê bibê sedema dijminayetiya di navbera gelan, rejîm tên û diçin û lê belê mîllet dimînin, ji ber wê divê ew birayetî û ew hevdûtêgihiştin ew hevdû qebulkirina li navbera mîlletan berdewambê û her bimîne.

Li Encumena Nûnerên Iraqê û li Parlemena Kurdistanê, Dadgeha Temîzî ya Iraqê, hemû biryaran da ku eve jenosayde, û pêgirî Hikumeta Iraqê kiriye ku hemû hevkariyek ji bo anîna rufatên şehîdên me bike, her wiha qerebûkirina kesukarên şehîdan, çaverêyiya me ji hevpeymanên xwe ewebû piştî 2003 ku hevkarê me bin bo ku piçek ji xem û êşên kesukarên şehîdan bê sivik kirin û bê kêmkirin, lê belê mixabin me berevajiya wê dît.

Qerebûkirina kesukarên şehîdan erkeke yasayî û exlaqî ya hikumeta Iraqe û hêvîdarîn bi wê erka xwe rabe.

Birêzan

Em gelek dilgiranîn ji wê qeyrana niha ku Iraq têda ye, mixabin her li piştî rûxana rejîm li 2003 sud ji wê derfetê nehat wergirtin, destur dane aliyek û kar pênekirin, li şûna wê yekê ku sedema kêşeyan çareser bikin, tehamulê li gel encamên wê kirin, ew jî tehamuleke bi şaş, mixabin heta niha jî berdewame.

Xelkê Iraqê bi giştî bi Kurd û Ereb û Turkmen û Aşur û Kildan û hemûyan, hindî êş û jan kişandine ku musteheqê vê jiyanê nîne ku niha têda ye, em hêvîdarîn hemû aliyek hest bi berpirsiyariya xwe bikin hemû pêkve bi niyeteke pak û bi îradeyeke polayîn hewla ewe bidin ku ev qeyran bi dawî bibê û xelk bi bextewerî û asûdeyî bijît û careke din jî karesatên bi vî nebînîn.

Li dawiyê da careke din spasiya we dikim ji bo amadebûna we.

Hezar silav ji bo giyanê pakê şehîdan.