ENKSê pîrozbahî li serok Mesûd Barzanî kir

ENKSê pîrozbahî li serok Mesûd Barzanî kir

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bi helkefta salroja jidayikbûna Serok Mesûd Barzanî û damezirandina Partiya Demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Barzanî kir.

Di peyama pîrozbahiyê de, ENKSê pîozbahî arasteyî Serok Mesûd Barzanî, serkirdayetî, endam û alîgirên PDKê kir ,û hêviya serkeftinê bo gelê Kurdistanê xwest, herweha hêviya bidestxistina destkeftên mezintir li ser tevaya astan xwest.

ENKSê di peyama we de got ku ji bo bidestxistina armancên gelê Kurdistanê, PDKê di dirêjahiya dîrokê de kar û xebata xwe de partiya pêşîn bû di wefadariya xwîna şehîdên xwe û pêşkêşkirina qurbaniyan de, û got ku PDKê piştgir e ji gelê kurd re li Rojavayê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafê xwe yê rewa re.