Hêzêke Emerîkî ji Kobanê berev Hesekê vekişiya

Hêzêke Emerîkî ji Kobanê berev Hesekê vekişiya

PDK-S: Emerîka beşek ji hêzên xwe ji devera eyn el'îsa ya bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê vekşand û berev bajarê Hesekê ve çû .

Malpera basnews belav kiriye ku , roja Şemiyê karwaneke leşkerî ya artêşa Emerîka ji binkeha xwe ya li bajarokê Eyn El'îsa li başûrê Kobanî vekişiya û beriv parêzgeha Hesekê ve çû .

Her li gorî heman malperê ku ta niha sedema vekêşana hêzên Emerîkî ji Kobanê û derbasbûna wê ji bo bajarê Hesekê ta niha nehatiye eşkere kirin .

Beriya du rojan jî wezareta bergiriyê ya Emerîkî ragehandibû ku wan dest bi vekşandina hêzên xwe ji Sûriyê kirine û ewê tenê 400 leşkerî li wî welatî bihêln.

Serokê Emerîka Donald Tramp, meha Çileya derbasbuyî gotbû, ewê hêzên xwe ji Sûriyê vekşînin.