Israîl baregehên rêjîmê li Himsê armanckirin

Israîl baregehên rêjîmê li Himsê armanckirin

PDK-S: Li gundewarê Himsê Israîl hejmarek ji bingehên mêlîsên Hizbelah armancikirin.

jêderên ragihandinê belavkirin, ku du çekdarên mêlîsên Îranî di bombebarana Israîlê de li balafirxaneya Elşîrat li gundewarê Himsê hatin kuştin herweha 3ê çekdarên din birîndarbûn.

Li gorî jêderan, ku berevaniya esmanî ya çekdarên rêjîma Sûriyê hejmarek ji mûşekên Israîlî anîn xwarê, lê 4 mûşek li balafirxaneya Elşîrat li rojhelatê gundewarê Himsê ket.

Her dem û demekê Israîl bingehên mêlîsê, Îranî li Himsê armanc dike, û di encamê de welatiyên sivîl dibine qurbanî.