Şandek ji ragihandina PDK-Sê pîrozbahiya Dr. Salar Osman kir

Şandek ji ragihandina PDK-Sê pîrozbahiya Dr. Salar Osman kir

Bi mebesta pêşkêşkirina pîrozbahiyan, duh 29ê Mijdara 2022yan, şandek ji ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, PDK-Sê serdana Dr. Salar Osman kir.

Şanda ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, PDK-Sê bi serokatiya Xalid Elî, birêveberê ragihandina PDK-Sê li Herêma Kurdistanê bû, ji ber hilbijartina Dr. Salar Osman weke endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistanê, şandê serdan kir û pîrozbahî pêşkêş kirin.

Herdu aliyan behsa rewşa ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê kir, serbarî pêşhateyên dawiyê li deverê hatin gotûbêjkirin.