Serok Mesûd Barzanî nameyeke spaiyî arasteyî PDK-Sê kir

Serok Mesûd Barzanî nameyeke spaiyî arasteyî PDK-Sê kir

PDK-S: Serok Mesûd Barzanî spasiya komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê kir.

Serok Barzanî di peyama spasiyê de got: Name û pîrozbahiya we bi helkefta bidawîhatina karên kongira 14an ya Partiya Dîmokrata Kurdistanê gihişt me.

Serok da zanîn jî: Em bi navê serkirde û endamên partî spasiya we dikin û heviya serkeftinê di kar û xebata we, di xizmeta kurd û Kurdistanê û bicîkirina hêviyên gel di azadî û aştiyê de dixwazin.

Serok herweha got jî ku: lavayan ji Xwedayê mezin dikin ku Kurdistanê û gelê wê yê xwaragir biparêze.