3 sal in, siyasetmedar û rojnamevan Ekrem Elmela koça dawiyê kiriye
PDK-S: Di rojeke weke îro de 17ê Berçileya 2019an, endamê Desteya Rawêjkariyê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê û endamê nivîsgeha Raghandina Navendî ya PDK-Sê, herweha nivîskar û mediyakarê Rojavayê Kurdistanê Ekrem Mela, çû ber dilovaniya Xwedayê, ku dema berê xwe dabû Şama paytexta Sûriyê, ji bo wergirtina çareseriya bizîşkî ,ku di meha dehan de raserî kirîzeke dil hatibû û rewşa wî ya tendirustî nexweş bûbû, dilê wî yê nazik xwe bihêminî radestî mirinê kir û jiyana xwe ji dest da.
Xebatkar Ekrem Mela sala 1956an li gundê Tel Eylûl yê gundewarê Dirbêsiyê ji dayîk bûye û xêzandar bû, Ji zaroktiya xwe ve tevlî rêzên Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê bûye.
Piştî kongira Hewlêrê ya Yekîtiya PDK-Sê, bû endamê Desteya Rawêjkariyê ya PDK-Sê.
Derçûyê zankoya Moskoyê Macistêr di beşê raghandinê de bi dest xist bû.
Endamê Ragihandina Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê bû.
Medyakar nivîskar û rexnevanekî zane û diyar bû, di nav rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê de û taybetmendiyeke wî ya cuda di nivîs, gotar û şiroveyên xwe derbarê pêşkêşkirina çareseriyê ji pirsgirêkên netewî, nîştmanî û civakî bi taybet di nav tevgera kurdî de hebû.
Di hejmarek rojname û malperên kurdî de bi taybet Rojnameya Kurdistan de dinivîsand, û cemawer û şopînerên wî bi awayekî berifereh hebûn.
Mela di rojeke pîroz de bar kir, lê bi barkirina wî rêbaza Barzaniyê nemir rêbaza kurdayetiyê û Rojavayê Kurdistanê xebatkar medyakar û nivîskarekî xwedî rol û pênûseke hêja ji dest da.