Hesen Remî: Em Navçeyeke Aram dixwazin dibin serperiştiya Civaka Navdewletî de be

Hesen Remî: Em Navçeyeke Aram dixwazin dibin serperiştiya Civaka Navdewletî de be

PDK-S: Endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya “PDK-S” Hesen Remzî jibo Navçeya Aram da zanîn ku Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê “ENKS”ê nerîna wê cûda ye wê derbarê de û Divê dibînin serperiştiyariyeke navdewletî de were avakirin û garentiya parastina mafên Milletê Kurd têde hebe.

Endamê komîta navendî ya PDK-Sê herwiha got wê rola Encûmana Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê “ENKS”ê û bejdarbûna wê di rêveberiya Navçeya Aram de hebe eger hat avakirin û nerîna wê jî heye jibo mijara navçeya aram.

Piştî biryara serokê Emerîka derbarê vê navçeyê de , îdî ev mijar di rojevê de bû cihê danûsitandin , şiroveyan û şandên diblomasî ji dewletên hevpeymaniyê û şandeyê serokê Emerîka yê taybet jibo Sûriyê , Cîmis Cêfirî, dest kirin bi peyiwendî û têkliyan bi pêkhateyên deverê re û bi taybetî jî dewleta Turkiyê ku roleke wê berçav di Sûriyê de heye , ew jî jiber cihê wê yê siyasî û hebûna wê mîna hêzekê di “Hevgirtina Etles”ê de .

Serkirdeyê PDK-Sê , eşkere kir ku, Emerîka rijde li ser avakirina Navçeya Aram ew jî li gor berjewendiyên xwe yên siyasî , lewma bi berdewamî têkilî , peyiwendên siyasî bi alî û pêkhateyên deverê re dike.

Her li gor gotarên şandeyê Emerîkî , çi rola PYDê wê di rêveberiya Navçeya Aram de nebe û wê ji rêveberiya wê werin dûr xistin.

Remzî da zanîn ku piştî hevdîtinên ENKSê ,Hevpeyimanê û şandeyê Emerîkî , tekezî li ser parastina deverê hat kirin û dûrxistina metirsiya terorê ji deverê , binbirkirina bingehên wê , herwiha berdewamiya têkilyên diblomasî , rola encûmanê û bejdariya wê di rêveberiyê de , jiber ku ENKS karîbû rolek giring siyasî li ser astê Navdewletî û Herêmî bibîne û ji xwe cemawereke wê berifireh heye.

Endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya “PDK-S”û Berpirsê raghandna Encûmanê Hesen Remzî jibo malpera partiyê zelal kir ku nerîna ENKS ê derbarê çaweniya avakirina Navçeya Aram dibin serperiştiyeke navdewletî de , gerentî û parastna mafên Milletê Kurd heye û zelale çi aliyê siyasî , rêveberî û leşkerî be , bejdarbûna hemî pêkhateyên deverê be , bê ku çi alî were dûr xistin wil gor dîd û xwestega milletê deverê be .