Libnan penaberên Sûrî vedgerîne Sûriyê

Libnan penaberên Sûrî vedgerîne Sûriyê

PDK-S: Rêvebrê giştî îy ewlehiya Libnanê dibêje penaberên Sûrî yên ku bi riyên ne yasayî derbasî Libnanê bûne wê ji bo Sûriyê werne şandin.

Di hevdîtnekê de li gel kenala Elmenar Ebas Ibrahîm rêvebrê giştî yê ewlehiya Libnanê ragehand, ku hikûmeta Libnanê biryarek derbarî penaberên Sûrî yên ku bi qaçaxî derbasî Libnanê bûne derxist, û li gorî wê biryarê wê ew penaber werne vegerandin ji bo Sûriyê.

Herweha Ibrahîm got, ku biryare di heftiya bê de seredana Şama paytexta Sûriyê bike û bi berpirsên rêjîmê re bicive da ku rêgiriyê li derbasbûna welatiyên Sûrî bo Libnanê bi qaçaxî bikin .