Rojnemevanên Bê Sînor: Di azadiya rojnamevaniyê de Sûriyê di pileyên dawiyê de ye
PDK-S: Rêxistina peyamnêrên bêsînûr raportek derbarê azadiya rojnamevaniyê belavkir , û têde Sûriyê rêzbendiya deh welatên dawiyê girt .
Rêxistina peyamnêrên bêsînûr di raporta xwede ragehand , ku welatên Rojhlata Navîn , û bakûrê Efrîqiya metirsîdartirîn welatin ji bo azadiya rojnemevaniyê , rêzbendiya wan ya Navdewletî herî dawiye.
Herweha rêxistinê di raporta xwede dazanîn, ku Sûriyê di rêzbendiya 174an deye , û bi tenê welatên Sûdan , Vîtnam , Çîn , Êrîtêrya , Kûriya bakûr , û Turkmanistan rêzbendiya wan li pişt rêzbendiya Sûriyê bûn .