Nûneratiya ENKSê li Hewlêrê serdana gorên Nemiran li Barzan kir

Nûneratiya ENKSê  li Hewlêrê serdana gorên Nemiran li Barzan kir

PDK-S: Roja Şemiyê nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê serdana gora mela Mustefa Barzanî û Idrîsê herdem sax li Barzan kir .

Nûneratiya encûmanê bi serokatiya Newaf Reşîd serdana gorên nemran kirbû, û ji aliyê nûnerê serok Barzanî ( şêx Xelat Barzanî ) ve hat pêşwazî kirin .

Serokê nûneratiyê li ser gora nemiran gotarek xwend û di gotara xwe de behsa rola nemiran kir, û got Berzanî sembola kurdayetê ye û navê kurd û kurdistanê bi qurbaniyên xwe û xebata xwe neqşe kiriye û piştî mela Mustefa Barzanî her serok Mes'ûd Barzanî heman ew rêbaz birêve dibe û li ser rêbaza wî berdewame û hêviya serkeftinê ji serok Mes'ûd re xwestin.