Rȗsiya: Karesat li kampên Hol ȗ Rukbanê dirust bȗye

Rȗsiya: Karesat li kampên Hol ȗ Rukbanê dirust bȗye

PDK-S: Nûnerê wezareta derve ya Rûsiyê Tisarîkof ragehand rewşeke karasat li kampên Hol û Rukban yên derbiderên Sûriyê ku Emerîka serpiriştiya wan dike dirust bûye .

Tisarîkof roja Duşemê 22. 04.2019, di civîna berpirsên hemahengiya hevbeş ya Rûsî Sûrî de, ku girêdayî vegera penaberan bo Sûriyê ye eşkere kir, ku tevî dînamîkiya erênî ya giştî ji hin aliyan ve lê rewş hîn jî li wan kampan karasateke mirovî ye.

Tisarîkof serbar kir, ku li kampa Holê ya Hesekê zêdetir ji 73 hezar derbider heye û kamp raserî kêmbûna av xwarin bizîşk û alavên bizîşkî hatiye û li Rukban jî heman prisgirêk heye widvê rêgrî li derketina derbideran were kirin.