Serkirdayetiya PDK-Sê pîrozbahî bi serbestberdana Bilind Ismaîl pêşkêş kirin

Serkirdayetiya PDK-Sê pîrozbahî bi serbestberdana Bilind Ismaîl pêşkêş kirin

PDK-S: Îro 15ê Adara 2023yan, ‏şandeke serkirdayetiya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê serdana nivîsgeha xwe li Dêrika Rojavayê Kurdistanê kir.


Serdan bi mebesta pêşkêşkirina pîrozbahiyan bi serbestberdana Bilind Mele Ismaîl ji zindanên PYDê bû.

Duh, çekdarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê Bilind Mela Ismaîl ku endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ye serbest berda.

Di 28ê Berçileya 2022yan, li Dêrika Rojavayê Kurdistanê, çekdarên PYDê Hisên Silêman endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê û Bilind Mela Ismaîl ku endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê revandin.

jêdera ARKê da zanîn ku îro Bilind Ismaîl hat berdan, herweha Hisên Silêman endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê 31ê Çileya 2023yan de hatibû berdan.

Ji dema ku PYDê deshelatdarî ji rêjîma Sûriyê wergirtiye, berdewam serkirde, çalakvan, endam û alîgirên ENKSê direvîne, mebest jê li gorî çavdêrên siyasî, terorkirina siyasî ye.