Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî bi hatine Remezanê belav kir

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî bi hatine Remezanê belav kir

PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi hatina meha Remezanê belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: Ez ji Xwedayê mezin dixwazim meha Remezanê xêr, xweşî, aramî û rehetiyê bi xwe re bîne û rojî û îbadetên her kesî bipejrîne.”

da zanîn jî: Werin em nirx, wane û wateyên mirovî yên vê meha pîroz bikine derfeteke nû ji bo lihevhatin û hewla bihevrebûnê, yekîtî, yekrêzî û xebata hevpar. Ji bo ku em hemû bi hev re ji pirsgirêk û nakokiyan derbas bibin, baştir xizmeta Kurdistanê bikin û berjewendiyên bilind yên gel û welatê xwe biparêzin.