Nêçîrvan Barzanî û Mike Pence peywendiyeke telefonî encam dan

Nêçîrvan Barzanî û Mike Pence peywendiyeke telefonî encam dan

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence peywendiyeke telefonî encam dan.

Di peywendiya telefonî ya navbera Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Amerîkayê û rewşa herêmê hat kirin.

Koşka Spî li ser peywendiya telefonî ragihandiye, ku Mike Pence îro li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axiviye.

Li gor daxuyaniyê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa ewlehiyê ya deverên cihê nakokiyê yên Iraqê zanyarî dane Cîgirê Serokê Amerîkayê û tekezî li ser giringiya piştgiriya Amerîkayê ji bo seqamgîriya wan deveran û vegera zêdetirî milyonek Iraqî kiriye, ku piştî têkbirina xelafeta DAIŞê bi awareyî mane.

Mike Pence destxweşî li Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ji ber dabînkirina cihên mana wan awareyên sivîl û serkirdetîkirina hewlên Iraqê ji bo parastina pêkhateyên olî ku li ser destê DAIŞê rûbirûyî cenosaydê bûne.

Herwiha hatiye diyarkirin, ku herdu serkirde behsa derfetên kûrkirina hevbeşiya navbera Amerîka û Kurdistan û karkirina nêzîktir ji bo rûbirûbûna aliyên xirab kirine, ku ew alî ji bo neseqamgîriya Iraqê û lawazkirina serweriya wê kar dikin.