Nûjîn Mustefa di civîneke Ewlekariya Navdewletî de amade bû

Nûjîn Mustefa di civîneke Ewlekariya Navdewletî de amade bû

PDK-S: Keça Kobaniyê ya penaber Nûjîn Mustefa di civîneke Encûmena Ewlekariya Navdeweltî de amade bû û name û dengê xwe gihand beşdarbûyan.

Di gotineke xwe li civîneke Ewlekariya Navdeweltî de Mustefa bang li Civaka Navdewletî kir, ku guhdanê bidin pêwîstî û daxwaziyên xwedan pêdiviyên taybet.

Mustefa herweha behsa ezmûna xwe di koçberî û penaberiyê de kir û bang li Neteweyên Yekgirtî kir da ku ezmûna Helebê li Idilbê ku bihtrî sê hezar kesî ji xwedan pêdiviyên taybet vedihewîne dubare nebe.

Mustefa di axaftina xwe de banga piştevaniya xwedan pêdiviyên taybet kir û bi taybetî piştevanya jinan kir nexasm hevdemî kêmbûna xizmetguzariyên tendurustî û xwendin û parastin û alîkariyên mirovî .

Nûjîn Mustefa xelata Alîson Dîs ji aliyê Rêxistina Hîyûmen Rayitis Wotş ve wergitiye.