Emerîka rêgirî li vegera Sûriyê bo Komkara Arebî kir

Emerîka rêgirî li vegera Sûriyê bo Komkara Arebî kir

PDK-S: Rûsiya , Emerîka bi rêgiriyê li vegera Sûriyê bo komkara Erebî tometbar dike .

Elksender Lavrîntîv şandiyê Rûsiya yê taybet bo Sûriyê ragehand, ku Emerîka rêgrî li gengeşekirina pirsa vegera Sûriyê bo komkara Erebî di lotkeya dawî de kir, û got ku bê endamtiya Sûriyê di komkara Erebî de karê komkarê qelse û ne temam kiriye .

Herweha Lavrîntîv dazanîn, ku bargiraniya mezin di vegera peywendiyan navbera Sûriyê û welatên Erebî de li ser milê wan welatane ji ber, ku Sûriyê bi biryara wan welatan ji komkarê hate dûrkirin .