Piştî binçavkirinê Ewlekariya Lubnanê termê welatiyekî Qamişlo radestî malbatê kir

Piştî binçavkirinê Ewlekariya Lubnanê termê welatiyekî Qamişlo radestî malbatê kir

PDK-S: Welatiyekî xelkê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê piştî rojeke ji binçavkirinê ji aliyê Ewlekariya Lubnanê ve 27ê Nîsana 2019an termê wî ji bo malbata wî hate radestikirin .

Jêderên xwecehî ragihandine, ku nakokiyek navbera welatiyê bi navê Ferhan Silêman û hijmarek ciwanên Lubnanê di xwaringehê de derket di encamê de welatiyê Qamişlo Ferhan ji aliyê Ewlekariya Lubnanê ve hate binçavkirin .

Heman jêderan dane zanîn, ku piştî binçavkirinê bi rojekê termê Ferhan ji bo malbata wî hate radestikirin bê ku sedemên jiyanjidestdana wî eşkere bikin .

Ferhan Silêman Ferhan xelkê gundê Firfira yê ser bi bajarokê Til Hemîs yê derdora Qamişlo ye û lîstika xwe di Kîk Boksîng de berdewam dikir .