ENKSê sersaxî ji malbata Mihemed Elî re xwest

ENKSê sersaxî ji malbata Mihemed Elî re xwest


PDK-S: Xwecihiya Serê Kaniyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di 27ê Nîsana 2019an sersaxiyek bi koçadawiya kesayetiyeke Kurd bi navê Mihemed Elî derxist .

Di sersaxiya Xwecihiya ENKSê de hatiye ku kesayetiya bi navê Mihemed Elî bavê Idrîs ji ber nexweşiyekê duh çû ber dilovaniya Xwedê .

Xwecihiya Serê Kaniyê herwiha gotiye ku navbûrî ji kesên yekem e ku tevlî tevgera kurdî bûne û di serdema rêjîma Bas de bi dilsozî û wefedarî xebata xwe dikir herwiha bi rewişta xwe di nav civaka kurdî bi nav û deng bû .

Di dawiyê de Xwcihiya Serê Kaniyê hêviya sersaxiyê ji malbata Mihemed Elî, heval, dost, û kesûkarên wî re xwest .