Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Hêzên Çekdarên Fransa kir

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Hêzên Çekdarên Fransa kir

Roja Pênçşem 20ê temmûza 2023 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Sébastien Lecornu Wezîrê Hêzên Çekdarên Fransa û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya cîhan û navçe û Iraqê guftûgo kirin û ji bilî balkişandina li ser dostayetiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Fransa, tekez li ser pêşxistina dostayetî û peywendî û hemahengiya di navbera her du aliyan kirin.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê gefên Da'îş û hizra tundreyiya li ser Iraq û navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin.