Rûsiya: Emerîka nahêle em beşdariyê di raportên kîmyabaranê de bikin

Rûsiya: Emerîka nahêle em beşdariyê di raportên kîmyabaranê de bikin

PDK-S: Rûsiya,Emrîka bi dirustkirina astengiyan li pêşiya beşdariya Rûsiya di karê komîteya nehiştina çekên kîmawî tometbar dike .

Wezareta derve ya Rûsiya ragehand, ku Emrîka naxwaze Rûsiya beşdariyê di karê komîteya nehiştina çekên kîmyawî de li Sûriyê bike , û berdewam astengiyên cor bi cor dirust dike , weke rêgirîkirin li pêdana vîzayê bo nûnerê Rûsiya di komîteyê de .

Herweha wezareta derve ya Rûsiya got, ku ev karvedana Emrîka wê çendê dide xuyakirin, ku Emrîka naxwaze rastiyên kîmyabarankirina bajarê Dûma yê gundewarê Şamê werne zanîn .